ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA JI BO AZADIYA RÊBER APO DEWAM DIKE
Beşdarên çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tekez kirin ku ew ê heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe bidomînin.
Beşdarên çalakiya Konvedanê ya li bajarê Qamişlo ku ji bo Azadiya Rêber Apo ye tekez kirin ku ew ê heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe bidomînin.
Her wiha Beşdaran gotin ku eger Rêber Abdullah Ocalan azad nebe civak jî azad nabe.
Insiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9’ê Îlonê bernameya çalakiyên xwe yên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkere kiribû.
Li gorî bernameyê dê çalakî û meş li tevahî bajaran lidar bikevin.