Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK DI SIYASETÊN XWE DE LI DIJÎ HERÊMÊ DEWAM DIKE

HISÊN WELO - HEVSEROKÊ TEV DEM - ŞEHBA

Derbarê siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê ,Hevserokê Tevgera Civaka Demokrtîk TEV-DEM yê Şehbayê Hisên Welo ji Rojava Tv re diyar kir ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên qirêj li dijî herêmê hewil dide Imperatoriya Osmanî vegerîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi siyasetên xwe yên qirêj ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne hewil dide Imperatoiya Osmanî vegerîne.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Hisên Welo diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike bi van êrîşên li dijî herêmê Mîsaqa Millî pêk bîne.

Her wiha Hisîn Welo destnîşan kir ku dewleta Tirk hewil dide Projeya Netewa Demokratîk têk bibe.

Her çiqas dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî herêmê girantir bikin lê bi saya şervanên herêmê hemû hewildanên wan têk diçin.