Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT DESTPÊKIRIN

Însîyatîva Gel a Herêma Cizîrê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, îro li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo Misogeriya Aştiya Rojhilata Navîn e” dest bi çalakiya konvedanê kir.
Welatiyên Qamişlo û endamên saziyan vê sibehê berê xwe dan bin konê çalakiyê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Di çalakiya konvedanê de axaftin li ser navên Însiyatîfa Sûrîyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Akademiya Civakên Demokratîk hatin kirin.
Axêveran gotin, heta ku Rêber APO azad nebe, ti carî aştî li Rojhilata Navîn peyda nabe û tekez kirin ku ew ê asta têkoşînê bilind bikin.
Çalakiya Konvedanê ya li Qamişlo dê sibe bi xwepêşandanekê bi dawî bibe.