Kanala ROJAVA TV

NIVÎSGEHA AL EL-BEYT YA REQAYÊ DEST BI KARÊ XWE KIR

Nivîsgeha Al El-Beyt ya bajarê Reqayê îro dest bi xebatên xwe yên bi armanca parastina jiyana hevbeş di navbera civak û olan de kir.
Rêveberiya Xweser di 3’ê Hizêrana derbasbûyî de Nivîsgeha Al El-Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Tebqayê vekir.
Îro jî Nivîsgeha Al El-Beyt ya bajarê Reqayê dest bi xebatên xwe kir.
Nivîsgeh li ser hevgirtina pêkhate, mezheb û olan di bin banê jiyana hevbeş de kar dike.