Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK BI HEVKARIYA PDK’Ê ÊRÎŞÎ GERÎLAYÊN AZADIYÊ DIKE

Rêveber û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk yên Hesekê xiyaneta PDK’ê şermezar dikin û dibêjin, PDK’ê li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker tevdigere.
Her wiha diyar dikin ku welatparêzên Kurd bi destê PDK’ê tên şehîdxistin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşa Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike û rê li pêşiya dagirkirina axa Kurdistanê vedike.

Li her çar aliyên Kurdistanê daxwaz ji PDK’ê tê kirin ku dest ji xeta xiyanetê berde, lê PDK’ê di rijandina xwîna Kurdên welatparêz de berdewam e.

Rêveber û endamên PYD’ê yên Hesekê xiyaneta PDK’ê şermezar dikin û dibêjin, PDK’ê li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker tevdigere.

Her wiha rêveber û endamên PYD’ê diyar dikin ku welatparêzên Kurd bi destê PDK’ê tên şehîdxistin.

Dewleta Tirk a dagirker bi dehan baregehên leşkerî li herêmên jêr kontrola PDK’ê ava kirine û piraniya axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.