Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ QAMIŞLO CENAZYÊN ŞEHÎD EYMEN ÇOLÎ Û CUMA DAWÛD HATIN OXIRKIRIN

Cenazyê Efserê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn şehîd Eymen Çolî û şervanê Erka xwe parastinê şehîd Cumaa Dawud bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.

di meraîmê de bi sedan xelkên bajarê Qamişlo, Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl amadebûn.

li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan Miheyeeldîn Hesen, Hevserokê Desteya Hûndirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat û li ser navê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen El-teyî axaftin hatin kirin, û hate gotin : hevgirtina gelên herêmê dê êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derxîne.

paşê nasnameyên her 2 şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

girseya gel cenazyên şehîdan di bin dirûşmeya Şehîd Namirin û tiliyên dayîkan spartin axê.