Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYÊN HESEKÊ LEZ DANE KARÊ XIZMETGUZARÎ Û BEDEWBÛNA BAJÊR

şaredariyên kantona hesekê di karê xizmetê de berdewamin û niha jî kar li ser hejmareke projeyan dikin û tevahî beşên wê di tevgerê de ye .

Di her salekê de şaredarî planên xwe yên kar û xebatan destnîşan dikin û li gorî wê budce tê destnîşankirin û kar li ser tê kirin.

Şaredariya Hesekê jî di nav de gelek projeyên xizmetguzarî daye pêşiya xwe û tevahî beşên wê di nava kar û xebatê de ne da ku di dawiya salê de tevahî proje cîbicî bibin.

Endamê beşa lêkoînan di şaredariya Hesekê de Endezyar Ehmed Şêxmûs behsa projeyên sala 2023’an dike.

Hevserokê Şaredariya Bakur Li Hesekê Ebdulkerîm Hemze jî dibêje, ew niha li ser firehkirina riyan ji bo kontrolkirina tevgera çûn û hatinê kar dikin