XELKÊN DIRBÊSIYÊ ÊRÎŞÊN PDK LI DIJÎ GERÎLA ŞERMEZAR KIRIN
Xelkên navçeya Dirbêsiyê êrîşên PDK li dijî Gerîla şermezar kirin û bang li PDK kirin ku dest ji siyasetên xwe berde.
Her wiha Berdevka Kongra Star ya navçeya Dirbêsiyê Fatma Keleş anî ziman ku çiqas êrîş li dijî Gerîla zêde bibin tu carî vîna wan naşke.
Çekdarên PDK’ê demeke dirêj e piştgiriyê didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dibe hevparê êrîşên dagirkeriyê.
Dewleta Tirk li gelek qadên berxwedanê ji bo karibe li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, bi piştgiriya PDK’ê tev digere.
Di çarçoveya berdewamkirina xeta xiyanetê û hevalbendiya bi dijminên gelê kurd re, PDK’ê hêzên xwe kom kirin da ku bi koordîneyeke aşkere bi artêşa Tirk re li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrşî HPG’ê bike.
Xelkên navçeya Dirbêsiyê bang li PDK kirin ku dest ji van siyasetên xwe berde û diyar kirin ku dijminê salan ti carî nabe dostê wan.
Her wiha Berdevka Kongra Star ya navçeya Dirbêsiyê Fatma Keleş êrîşên PDK li dijî gerîla şermezar kir û anî ziman ku her çiqas PDK û dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî gerîla zêde bike tu carî wê nikarbe vîna wan bişkîne.
Hevkariya aşkere ya PDK’ê bi dewleta Tirk re û erkdarkirina artêşa xwe ji bo derxistina şerekî bêencam di navbera birayan de, îsbat dike ku PDK’ê fermanên dijminên gelê Kurd pêk tîne.
Dewleta Tirk bi tevahî rêbazan dixwaze hêviyên gelê Kurd tune bike û gihaşt asta qirkirinê. Dîrok jî li ser vê şahid e.