Kanala ROJAVA TV

FESTÎVALA WÊJEYÎ YA LI REQAYÊ BI DAWÎ BÛ

Festîvala 1’emîn a Wêjeyê ku desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser li Reqayê li dar xistibû, doh di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Di roja dawîn a festîvalê de, gelek helbestvan, nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîr û Yekîtiya Mamosteyan beşdar bûn.

Di roja dawîn de semîner li ser Romanê û Şanoyê hatin dayîn.

Di dawiya festîvalê de wêjevan Îbrahîm Xelîl û helbestvan Fîroz Reşk ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.