Kanala ROJAVA TV

AKADEMIYA ŞEHÎD BINGEH A ÎDEOLOJÎK LI BAJARÊ QAMIŞLO HAT VEKIRIN

doh li bajarê Qamişlo Akademiya şehîd Bingeh a îdolojîk hate vekirin.
Endamê Komîteya Perwerdeyê Ya Akademiyê Mihemed Cemîl dibêje wê akademiya Ş.Bingeh bibe navenda naskirin û belvabûna felsefeya Netewa Demokratîk a Rêber Apo.

bi însiyatÎfa komînên taxa Qedûrbeg a li bajarê Qamişlo
Akademiya şehîd Bingeh a îdolojîk hate vekirin.

Armanc ji vekirina akademiyê danesîna felsefeya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Perwerdeyê Ya Akademiyê Mihemed Cemîl got Dê xelkên taxê li ser bingeha avakirina kesayetên exlaqî û demokratîk perwerdeyê bibînin.

Her wiha Cemîl tekez kir ku akademiya Ş.Bingeh wê bibe navenda naskirin û belvabûna felsefeya Netew û Şarestaniya Demokratîk a Rêber Apo.

Endamê Komîteya Perwerdeyê Ya Akademiya Ş.Bingeh Mihemed Cemîl di dawiya axaftina xwe de got Wê di demekê nêzîk de sîstema bernameya perwerdê bê danîn da ku xelkên taxê li akademiyê perwerdeyên xwe bibînin.