ŞAREDARIYA NAVÇEYA TIL XEZALÊ RÊYÊN GUNDEWARAN QÎR DIKE
Şaredariya gel a navçeya Til Xezalê ya bajarê Kobanê, rêyên gundewaran ên stratejîk sererast û qîr dike.
Hevseroka şaredariya navçeya Til Xezalê Narîn Temo behsa projeyên xwe dike.
Ev der gundewarên başûrê bajarê Kobanê ne, şaredariya gel a navçeya Til Xezalê, dest bi sererastkirin û qîrkirina rêyên gundewaran kiriye.
Ekîb û alavên şaredariyê niha li gundê Bîra Remê bi qasî 2 kîlometreyan rêyên gund qîr dikin û dawiyê li azarên welatiyan ên xirabbûna rêyan tînin.
Hevseroka şaredariya gel a navçeya Til Xezalê Narîn Temo behsa projeyên xwe dike.
Her wiha ji bilî rêya Gundê Bîrê Remê û çend gundewarên din, şaredarî rêya Zanîngeha Kobanê ya nû jî qîr û çaksaz dike.
Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bi tenê rêyên bajaran, lê belê ji bo parastin û geşkirina jiyana li gund û navçeyan, dixebite û di budceyên xwe de herdem girîngiyeke taybet dide wan.