Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BI DAWÎ BÛ

xelkên Minbicê bi daxuyaniyekê çalakiya konvedanê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan lidarxistibûn, bi dawî kir.
18’ê Tebaxê xelkên Minbicê bi pêşengtiya Encumena Malbatên Şehîdan û bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyek konvedanê li qada Yekitiya Werzîşê lidarxistin.
Çalakî 3 rojan dewam kir. Di roja dawî a çalakiyê de bi dehan xelkên Minbicê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.
Piştî axaftin û nirxandinên girêdayî bêhiqûqiya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, daxuyaniyek dan û çalakiya xwe bidawî kirin.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û CPT hat kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. her wiha soza bilindkirina têkoşînê heta azadiyê dan.