Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinan, yasayên parastina mafan bin pê dike.

Li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê, karvedan û nerazîbûn zêdetir dibin û daxwazên azadiya rêbertî li seranserî cîhanê olan didin.

Têkildarî mijarê endamê Encumena Malbatên Şehîdan a Efrînê Ednan Şêx Mihemed dibêje, hêzên desthilatdar bi girankirina tecrîdê dixwazin gelê Kurd qir bikin.

Her wiha Endan Şêx Mihemed tekez dike ku azadiya Rêber APO, azadiya tevahî gelan e.

Tevî ku bi awayekî berdewam serlêdan li aliyên peywendîdar û CPT’yê tên kirin, lê heta niha ti hevdîtin pêk nehatine û wan aliyan xwe li bêdengiyê danîne.