Kanala ROJAVA TV

WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ BERÊ YÊ AMERÎKAYÊ SERDANA RÊVEBERIYA XWESER KIR

Wezîrê Parastinê yê berê yê Amerîkayê Kirîstovir Mîlêr serdana Gerînendeya Têkiliyên derve ya Rêveberiya xweser kir.

Di serdanê de rewşa herêmê, têkoşîna li dijî DAIŞ, rewşa kamp û girtiyan hat nîqaşkirin.

Ji bo naskirina rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna Rêveberiya Xweser ya li dijî DAIŞ’ê, şandên biyanî bi awayekî berdewam serdana herêmê dikin.

16’ê Tebaxê Wezîrê Parastinê yê berê yê Amerîkayê Kirîstovir Mîlêr serdana Gerînendeya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Hevserokên Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û Semer Abdullah, her wiha Cîgira hevserokatiyê Robêl Biho beşdarî hevdîtinê bûn.

Kirîstovir Mîlêr di hevdîtinê de behsa rewşa herêmê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û destkeftiyên ku li dijî terorê hatin bidestxistin, kir.

Her wiha navborî tekezî li ser girîngiya pêştgiriya Amerîkayê ya ji bo Rêveberiya xweser kir.

Di hevdîtinê de astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin û piştgiriyên aborî û siyasî hatin nirxandin, di heman demê de Mîlêr spasiya gelê herêmê li ser berdêlên ku dane, kir.

Li aliyekî din Bedran Çiya Kurd jî astengiyên ku li pêşiya xebatên wan derdikevin, şîrove kir û girîngî da karê hevbeş yê ji bo pêkanîna ewlehiyê.

Mîlêr bal kişand ser mijara kamp û girtîgehên li herêmê û pêwîstî bi pêştgiriyeke mezin kir.

Ev cara yekem e ku Wezîrê Parastinê yê berê yê Amerîkayê Kirîstovir Mîlêr serdana herêmê dike.