Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA FIRATÊ SERDANA KOÇBERÊN EFRÎNÊ LI ŞEHBAYÊ KIR

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo şopandina Rewşa jiyanî ya Koçberên Efrînî yên li Şehbayê dimînîn, Hemleyeke serdanê li dar xist .

Rêvebera Encumena Navçeya Fafînê Sewsen Ehmed ji Rojava TV re tekez kir ku armanca wan ji serdanê ew e ku bi koçberan re li ser hemû polîtîkayên ku li dijî wan tên meşandin û rewşa niha ya herêmê, nîqaş bikin .

Her wiha destnîşan kir ku tevî zehmetiyên ku Koçberên Efrînî û Xelkên dibînin jî, lê berxwedana xwe didomînin .