Kanala ROJAVA TV

TIRKIYÊ BI DIJWARÎ DEMOGRAFYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIGUHERÎNE

Parêzerên herêmê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi riya kiryarên dijmirovî û guhertina demografî peymana NY bin pê dike.

Her wiha ji welatên ku piştevaniya Tirkiyê dikin, daxwaz kirin ku piştevaniya xwe rawestînin.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kiriye, bi tevahî rê û rêbazên li dijî zagonên navneteweyî demografya wan herêman diguherîne.

Bi piştgiriya gelek welatên Erebî dewleta Tirk a dagiker ji destpêka sala 2022’an ve zêdetirî 7 avahiyên mîtîngeriyê li Efrîn û navçeyên wê avakirine.

Her wiha çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî bi kiryarên kuştin, revandin û koçberkirina xelkên resen, peymanên parastina mafên mirovan bin pê dikin.

Parêzer Buhar Mihmed tekeziyê li ser xala binpêkirina dewleta Tirk bi riya dagirkirinê ji benda yekê ya peymana NY’ê re dike

Parêzer Kawa Fatimê jî dibîne ku hin welatên Kendavê bi navê komeleyên xêrxwazî ajandeyên dewleta Tirk di guhertina demografî de beşdar in..

Doh Emerîka bi riya daxuyaniyekê cezayên giran li herdû komên çete yên Lîwa Silêman Şah û Firqet El- Hemzat yên li herêmên dagirkirî ferz kir.

Her wiha ceza li çete Mihemed Casim anku ‘’ Ebû Emşa’’, birayê wî û Seyf Ebû Bekir jî hate birîn.