BERTEKÊN LI HEMBERÎ SERDANA EBDULHEKÎM BEŞAR YA JI BO EFRÎNÊ ZÊDE DIBIN
MIHEMED ELÎ- BERPIRSÊ OFÎSA TÊKILIYAN A EFRÎN Û ŞEHBA YA MSD'Ê
Têkldarî serdana Serkirdeyê ENKS’ê EbdulHekîm Beşar ji Efrîna dagirkirî re ku 14’ê Tebaxê pêk hat, Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Efrîn û Şehbayê yê Encumena Sûriya Demokratîk MSD Mihemed Elî ji Rojava Tv re got, serdana EbdulHekîm Beşar ji Efrînê re rawakirina dagirkerî û sûcên dewleta Tirk a dagirker e.
Roj bi roj sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dagirkirî zêdetir dibin.
Hevdem ligel zêdebûna sûcan û guhartina demografya Efrînê, 14’ê Tebaxê Serkirdeyê ENKS’ê EbdulHekîm Beşar serdana Efrînê kir.
Li hemberî serdana EbdulHekîm Beşar, bertekên tund derdikevin holê.
Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Efrîn û Şehbayê yê Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê Mihemed Elî ji Rojava Tv re got, serdana EbdulHekîm Beşar ji Efrînê re rawakirina dagirkerî û sûcên dewleta Tirk a dagirker e.
Her wiha Mihemed Elî diyar kir ku, wê gelê kurd xiyanetê qebûl neke û ji bo vegereke bi rumet li ber xwe bide.
Herî dawîyê û li gorî çavkaniyên ji Efrîna Dagirkirî , endamekî ‘Encumena xwecih’ a navçeya Cindirêsê Zekeriye Bustanî û kurê wî Nasir Bustanî zarokeke keç ji pêşiya mala wê di bin gefa kuştinê de revandin û destdirêjiya zayendî lê kirin