Kanala ROJAVA TV

15’Ê TEBAXÊ JI BO KURDAN BÛ ROJA VEJÎN Û XILASIYA JI ZORDESTIYÊ

Şoreşgerên doza rizgariya Kurdistanê, di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de dest bi pêngava şerê azadiyê yê gelê şoreşgerî kirin.

Ruhê ku bi 15’ê Tebaxê re pêş ket, serê kurdan ji bin nîrê koletiyê rizgar kir; hişt ku kurd li hember pergala koledariyê serî hildin û serfiraz bijîn.

Têkildarî salvegera 39’an a pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî, welatparêzê ji Efrînê Mihemed Elî ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Mihemed Elî got, Bi pêngava 15’ê Tebaxê re ruhê berxwedana rumetê di nava gelan de derket holê.