Kanala ROJAVA TV

MAM ZEKÎ ŞENGALÎ DI SALVEGERA 5’EMÎN A ŞEHADETA XWE DE LI HELEBÊ HAT BIBÎRANÎN

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di salvegera 5’emîn a şehadeta xwe de li Helebê hat bibîranîn.

Merasîma Bîranînê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi amadebûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin .
Tê de axaftin hatin kirin û hate gotin , Têkoşer Zekî Şengalî xizmeta welatê xwe dikir û di oxira parastina êzidiyan, rêxistinkirina wan û pêkanîna hêviyên wan de şehîd bû.
Her wiha hate destnîşan kirin ku Mam Zekî Şengalî hêz û îrade da êzidiyan da ku karibin li hemberî fermanan bisekinin .
Di dawiya bîranînê de belgefîlmek li ser civaka êzidî û têkoşîna şehîd Mam Zekî Şengalî hat pêşandan.
Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.