Kanala ROJAVA TV

JINÊN EFGAN: BILA WELATÊ ME JI TALÎBAN WERE RIZGARKIRIN

Bi boneya dûyemîn salvegera destdanîna Talîban li ser rêveberiya Efganistanê, Jinên Efanistanê bi daxuyaniyekê xwestin ku peymana Doha were betalkirin û gotin: “Jin dixwazin welat ji hebûna Talîban û komên terorên faşîst were rizgarkirin .. Di daxuyaniyê de hate gotin:
Di 15’ê Tebaxa 2021’an de Efganistan radestî rêxiatina terorê Talîban hate kirin û bingeha jiyana mirovan hatiye hilweşandin.
Li Efganistan hêviyên derbarê jiyana normal de bi erdê ve bûne yek. Li cihê ronahî û hêviyê, tarîtî û cehalet tije bûye.
Li vê derê em bang li gelê Efganistanê dikin ku li dijî Talîban û çeteyên wî xwepêşandanan li dar bixin.
Her wiha bang li Netewên Yekbûyî, civaka navnetewî, saziyên navnetewî û parêzvanên mafê mirovan dikin ku; daxwazên me bibihîsin, li kêleka me bin û peymana Doha îptal bikin.