Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN BI BONEYA SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ DIDOMIN

Çalakiyên gerîla yên bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG ê di daxuyaniya xwe de got: 13’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkean hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

13’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran li wan hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

13’ê Tebaxê saet li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

13’ê Tebaxê saet li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku di nava liv û tevgerê de bûn û derb li çeperekê hate xistin.

13’ê Tebaxê saet li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

13’ê Tebaxê saet li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

13’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

13’ê Tebaxê helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriyhan. Bi çekên giran dest li helîkoptereke Skorsky hate werdan û ehlîkopter bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê dayne, neçar ma ku ji herêmê biçe.

Her wiha HPG got:13’ê Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê û li Metînayê jî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin.