Kanala ROJAVA TV

HER DEM HÊVIYA KOÇBERÊN EFRÎNÎ VEGERA LI EFRÎNÊ YE

KOÇBEREKÎ EFRÎNÎ: BUHABÛN Û GERMAHÎ DIHÊLIN EM RASTÎ ZEHMETIYAN WERIN

Cuma Cuma koçbereke Efrînî ye li kampa Serdem jiyan dike û karê dirûtina cilan dike.
Cuma yek ji wan kesên ji karê xwe hez dike û alîkariya derdora xwe jî di vê rewşa zehmet de dike.
Cuma Cuma dibêje, her çiqas zehmetî hebin, hêviya me vegera li Efrînê ye.
Xelkên Efrînî di bin konên koçberiyê li kampên herêma Şehbayê jiyana xwe bi zehmetî derbas dikin.
Her koçberek êşek wî ya cuda heye û her kesek ji wan bi tiştekî mijûl dibe.
Tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û buhabûna nirxê kel û pelan, koçberên ji Efrînê debara jiyana xwe bi xwe dikin.
Cuma Cuma di kampa Serdem de dimîne û karê dirûnê dike.
Cuma got ku ji dema temenê wî 12 sal bûn wî karê dirûtinê dikir. Hem ji karê xwe hez dike û hem jî alîkariya derdora xwe dike.
Her wiha Cuma Cuma diyar kir ku ji ber bilindbûna nirxê Dollar li hember Leyreya Sûrî û germahiya zêde ew rastî zehmetiyan tên.
Koçberên Efrînî yên di nava kampan de dijîn her dem dibêjin ku ew ê li ber xwe bidin û tu carî vîna wan ya vegera li ser mal û milkên wan naşke.
Her koçbereke Efrînî hêviyek wî heye, ew jî vegera li Efrînê ye.