Kanala ROJAVA TV

MÛRAT KARAYILAN: TEVÎ DERFETÊN NEHEVSENG EM Ê LI ZAPÊ BI SER BIKEVIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û berxwedana gerîlayên li Zapê ya li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker nirxand.

Mûrat Karayilan got, Ev şerê ku li Zapê 3 sal in dewam dike ne tenê di dîroka tevgera me de, di dîroka gelê Kurd de jî rûpeleke nû ye.

Her wiha Karayilan diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker Tevî bikaranîna çekên qedexekirî, bikaranîna hemû çekên nûjen û bicihkirina bi deh hezaran leşker û desteka hêza Başûr PDKê, heta niha bi ser neketiye.

Mûrat di dewama nirxandinên xwe de got, Têkçûna dewleta Tirk a li vir wê ji bo hemû Kurdan bibe destkeftiyek pir girîng.

Mûrat Karayilan tekez kir ku ew ê bi ser bikevin tevî hemû derfetên nehevseng ew ê bi ser bikevin.

Karayilan anî ziman ku, Divê gel bizane; Kelehên berxwedanê yên mezin hene, huner û berxwedana ku li çiyayan tê nîşandan wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de cihê xwe bigire. Ji ber ku ew ne tiştekî ji rêzê ye .

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn ku şerê wan û dewleta Tirk îro ne tenê şerê PKK’ê û dewleta Tirk e, lê şerê dewleta Tirk û gelê Kurd e.
Ger dewleta Tirk di vî şerî de têk biçe, wê hemû Kurd bi ser bikevin.