Kanala ROJAVA TV

KCK’Ê ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’Ê got, bêdengiya li hemberî êrîşan nayê qebûlkirin, hikumeta Başûrê Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdan ji rewşê berpirsyar in û divê bikevin nava liv û tevgerê her wiha helwesta xwe nîşan bidin.

KCK’ê bang li dewletan û saziyên navneteweyî kir ku dest ji helwesta xwe berdin ku hebûn û nirxên gelê Kurd ji nedîtî ve tên, nebin şirîkê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk, li hemberî van kiryaran helwestê nîşan bidin.