Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA DIBISTANA GUNDÊ ŞEMOLA BI ÇALAKIYEKE HUNERÎ LI QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

5 zarok 18’ê Tebaxa 2022’an di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser dibistaneke gundê Şemola yê Til Temirê de şehîd bibûn, bi çalakiyeke hunerî li Qamişlo hatin bibîranîn.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamiya, Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn û Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşma ‘Azadî ji zarokatiyê dest pê dike’ doh çalakiya hunerî ya Rojên Şanoya Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo lidarxist.
Çalakî bi beşdarbûna bi dehan zarokên bajêr pêk hat.
Di çalakiyê de şanoya Şengê û Pengê, Çûk û Pîrê û Daweta Nok û Nîskê hatin pêşkêşkirin.
Çalakî bi belavkirina diyariyan li ser zarokan û bi gerandina govendê li ser stranên koma Kulîlkên Kurdistanê bi dawî bû.
Berdevka Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Cûliya Xelo ku Endama Komîteya Amedekar a çalakiya Rojên Şanoya Zarokan e jî got ku ew bi vê çalakiya xwe armanc dikin atmosfereke kêfxweşiyê ji zarokên herêmê re ava bikin.