Kanala ROJAVA TV

PÊŞBIRKA NIVÎSKARÊ PÊŞEROJÊ YA ZAROKAN BÛ BI DAWÎ BÛ

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşxistina zarokan di aliyê xwendin û nivîsandinê de pêşbirkek lidarxist.
Pêşbirk li ser sê qonaxan bû. Di hersê qonaxan de zarokan çîrok xwendin, nirxandin û nivîsandin ew çîrok jî ji aliyê komîteya amadekar ve hatin nirxandin.
Qonaxa sêyemîn û ya dawîn îro li Seyrangeha Beylesan a navçeya Amûdê hat lidarxistin.
Tê de nivîsên bi zimanên erebî û kurdî hatin nivîsandin û radestî komîteya amadekar hatin kirin.
Dê baştirîn nivîs ji aliyê komîteyê ve bê hilbijartin û di dema pêş de bi şahiyekê bê ragihandin.