Kanala ROJAVA TV

FORUMA PIŞTGIRIYA JINÊN ŞENGAL Û EFGANISTANÊ LI BAJARÊ REQAYÊ HAT LIDARXISTIN

Bi armanca piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, îro jinan li Reqa Forumek li darxist.
Di forumê de mijarên girêdayî tundî, kiryar û qirkirinên ku li dijî jinan hatine meşandin, hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Jinan di formê de diyar kirin ku Ew ê bi encamên furmê û yekîtiya jinan dawî li tevahî kiryaran bînin.Îro bi armanca piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, jinên bakur û rojhilatê sûriyê Forumek li darxistin.

Forum bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” li hola Zanîngeha Şerq a Reqa hat lidarxistin.

Nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Kongra Star, Yekitiya Jinên Êzidî, Jineolojî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Encumenên jinan ên partiyên siyasî, Encumena Jinên Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl beşdarî forumê bûn.

Di forumê de Qirkirina jinan li ser asta cîhanê, li Rojhilata Navîn-Efganistan wekî nimûne, Qirkirin û berxwedana jinên êzidî hatin nirxandin.

her wiha di forumê straneke cîhanî li ser qirkirina jinan û dîmenek li ser jinên Efganistanê hatin pêşandan û nîqaş li ser hat kirin

foruma jinan di çarçoveya çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo piştgiriya kampanyaya KJK`ê de, tê lidarxistin.

Kampanyaya KJK`ê ji 1`ê Tebaxê heta 15`ê Tebaxê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê dewam dike.