Kanala ROJAVA TV

3’Ê TEBAXA 2014’AN BIRÎNA CIVAKA ÊZÎDÎ NÛ DIKE

XELKÊN KOBANÊ: JIN Û KEÇÊN ÊZIDÎ LI BAZARAN DIHATIN FIROTIN

3 tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’Ê bi hezaran xelkên êzidî qir kirin, bi dehan gorên komî çêkirin her wiha bi hezaran jinên êzidî revandin û kirin kole.

Xelkên Kobanê fermana 2014’an şermezar kirin û gotin ku sûcên giran bi navê Islamiyetê li Şengalê hatin kirin. Bi sedan mirov hatin kuştin û bi sedan jin jî li bazaran hatin firotin.

Hîna êş û birîna civaka êzîdiyan rehet nebûbû, çeteyên DAIŞ’ê di 3 tebaxa 2014’an de birîneke nû ji wan re vekir.

Ev yek ji gelê kurd re dîrokeke bi êş e ku di wê dîrokê de çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî êrîşî civaka êzidxanê kirin û komkujî pêk anîn.

Xelkên Kobanê fermana Şengalê bi bîr tînin û vê roja reş şermeza dikin û wiha dibêjin: “Jinên me yên êzidî li bazaran dihatin firotin”. Di heman demê de xelkên Kobanê gotin ku Cîhan bi giştî bû şahidê fermana Şengalê, tevî vê yekê jî li hember vê zilm û zoriyê bêdeng ma.

Ev ne cara yekemîn e ku civaka êzidî rastî fermanê tê, heta niha çarenivîsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e.
Herî dawî Hikûmeta Birîtanyayê fermana li dijî êzidiyan weke Jenosid bi nav kir.