FORUMA PYD’Ê YA TÊKILDARÎ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ BI DAWÎ BÛ
SALIH MUSLIM- HEVSEROKÊ PYD'Ê
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê têkildarî salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê vê sibehê forumek li bajarê Hesekê li dar xist.
Di forumê de mijarên wekî şoreşa 19’ê Tîrmehê û stratejiya wê û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk têkildarî salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di bin dirûşmeya “19’ê Tîrmehê: Şoreşa jin û gelan û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk” forumek li Hesekê li dar xist. .
150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdarî forumê bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê hevserokên nivîsgeha rêxistinî ya PYD’ê ve hate kirin û hate gotin, şoreşa 19’ê tîrmehê rêya gelên Rojhilata Navîn ronî kir.
Her wiha Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî axivî û got şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gel û xeta sêyemîn e.
SALIH MUSLIM: ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ LI SER BINGEHA XETA SÊYEMÎN HATE AVAKIRIN
Di forumê de mijarên wekî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û stratejiya wê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziyê hatin nîqaşkirin.
EBÎR HESAF: DI NAVA 11 SALÊN ŞOREŞÊ DE GAVÊN PÎROZ HATIN AVÊTIN
Foruma PYD’ê bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser parastina destkeftiyên şoreşê hate kirin.