Kanala ROJAVA TV

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DAWÎ LI DESTHILATDARIYA PERGALA NETEW-DEWLET ANÎ

MIHEMED ŞAHÎN - HEVSEROKÊ ENCUMENA CÎBICÎKAR YA HEREMA FIRATÊ

Li aliyekî din jî, Hevserokê Encumena cîbicîkar ya herema Firatê Mihemed Şahîn ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa civakê ye û li ser bingeha civakeke bi rêxistinkirî pêk hat .

mihemed şahîn got, şoreşa 19’ê tîrmehê ji bo tevahî gelan
bû hêviyek.

Çend roj mane ku dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêşwaziya salvegera 11’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê bike.

Di vê rojê de gelê Rojava ji Kobanê gav bi gav bajar, gund û navçeyên Rojava ji hêzên hikûmeta şamê rizgar kirin.

Derbarê vê yekê de, Hevserokê Encumena cîbicîkar li herema Firatê Mihemed Şahîn ji Rojava Tv re axivî.

Mihemed Şahîn anî ziman ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê civakek birêxistinkirî hat dest pêkirin.

Mihemed Şahîn di berdewamiyê axaftina xwe de diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê ji bo gelê Kurd bû, lê belê ji bo hemû pêkhateyan bû.

Piştî derbasbûna 11 salan ji şoreşa 19’ê tîrmehê re, hîna jî dewleta Tirk bi armanca qirkirina û têkbirina vîna gel êrîşên xwe li dijî herêmê dewam dike.

Lê gelê herêmê bi biryardariyek mezin li himberî van êrîş û kiryaran berxwedaniya xwe mezin dikin.