Kanala ROJAVA TV

PARÊZER Û ENDAMÊN YEKÎTIYA PARÊZERAN ÊN KOBANÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR DIKIN

Parêzer û endemên yekîtiya parêzeran ên bajarê Kobanê têkildarî mijara tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji Rojava Tv re axivîn û destnîşan kirin ku dewleta Tirk a faşîst bi hincetên cur bi cur tecrîdê li dijî rêber Apo giran dike.

Di salên dawîn de Dewlata Tirk a faşîst tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan feriz kiriye, naxwaze fikr û ramanê rêber Apo li cîhanê belav bibe.

Parêzerên Kobanê ji Rojava Tv re axivîn û gotin, sûcê rêber Apo ew bû ku daxwaza mafê gelên bindest dikir.

Parêzer û endamê yekîtiya parêzeran Ismet Ibrahîm got, pêwîst e dewleta Tirk rê bide parêzer û malbatê ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Ji aliyekî din ve parêzer û endamê yekîtiya parêzeran Mustefa Muslim got, tevî ku ev 25 sal in Rêber Apo rastî tecrîdeke giran ji aliyê dweleta Tirk ve tê, ev demeke dirêj e ti agahî ji rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin.

Herî dawî 25’ê Adara sala 2021’an birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan kêmî 5 deqeyan bi Rêber re axivîbû û piştre telefon hatibû qutkirin.
Ji wê demê ve û heta niha ti agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên girtin, gelê herêmê û cîhanê jî ji vê rewşê bi fikar in.