ENDAMÊN KONGRA STAR BERTEK NÎŞANÎ SÛCÊN LI DIJÎ JINAN LI EFRÎNÊ DAN
ENDAMÊN KONGRA STAR: RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN LI HEMBER SÛCÊN DEWLETA TIRK BÊ DENG IN
Endamên Kongra Star ên kantona Şehbayê bêdengiya li hember sûcên li dijî jinan û tecawiza li zarokan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin şermezar kirin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin.
Li herêmên ku dewleta Tirk li Sûriyê dagir kirine, sûcên bê dawî li dijî jinan û zarokan têne kirin.
Di pêvajoya 5 salên dagirkirina Efrînê de, jin rastî gelek kiryarên dermirovî û binpêkirina mafan hatine.
Beriya çend rojan li Efrîna dagirkirî, keçeke 13 salî ji aliyê çeteyekî Koma El Hemzat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin, tecawiz lê hat kirin, piştre hat vegerandin mala xwe.
Endamên Kongra Star ên kantona Şhbayê têkildarî mijarê ji Rojava tv re axivîn û hêrs û bertekên xwe nîşan dan.
Her wiha endamên Kongra Star diyar kirin ku dewleta Tirk bi van kiriyaran dixwaze siyaseta xwe ya qirêj bi xelkên ku di herêmên dagirkirî de mane bide qebûlkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 6’ê Gulanê de serçeteyê koma Sultan Suleyman Şah ango El Emşat, Ehmed Memdûh ku bi navê Ebû Dehan tê naskirin zarokeke 10 salî tecawiz kir.
Her wiha serçeteyê bi navê Selah Qasim yê koma Ceyş El Îslam a dewleta Tirk a dagirker zarokeke 14 salî tecawiz kir.
kiryarên li Efrînê hîna dewam dikin.