Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA PARÊZERAN LI GEL ÎNSIYATÎFA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN CIVIYA

Yekîtiya parêzerên bakur û rojhilatê sûriyê li gel Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li hola Yekitiya Parêzeran a Reqa civiyan.

Civîn bi xwendina rapora Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, plansaziya xebatên parêzeran a 2021 heta 2023’yan der barê azadiya Rêber Abdullah Ocalan de hat nîqaşkirin.

Piştre deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin û parêzeran teqezî bi girîngiya damezirandina nivîsgeha mafên mirovan a rêber Abdullah Ocalan kirin.

Her wiha behsa girîngiya hevgirtina parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Di dawiya civînê de navê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hat guhertin û bû “Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyê” ku navenda wê li Qamişlo ye.

Her wiha 6 endam ji bo ragihandin, têkilî û lêkolîna hiqûqî hatin hilbijartin.