Kanala ROJAVA TV

ARTÊŞA IRAQÊ DIXWAZE WARGEHA PENABERAN A MEXMÛRÊ BI TÊLAN DORPÊÇ BIKE

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê piştevaniya berxwedana xelkên Mexmûrê dikin û dibêjin, ew ê her dem piştgiriya wan bikin.

Her wiha diyar dikin ku armanca dorpêçê tunekirina berxwedana bi rûmet ya xelkên Mexmûrê ye.

Nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên Hikûmeta Iraqê yên li dijî vîna xelkên Mexmûrê zêdetir dibin.

Hikûmeta Iraqê bi danîna têlan dixwaze xelkên wargeha penaberan a Mexmûrê dorpêç bike û vîna wan desteser bike.

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, armanca dorpêçkirina kampê têkbirina berxwedana bi rûmet ya xelkê wargehê ye.

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê piştevaniya xwe ya ji bo şêniyên Mexmûrê tekez dikin û diyar dikin, ew amade ne her tiştî ji bo Mexmûrê pêşkêş bikin.

Şêniyên Mexmûrê ku ji salên 1990’î ve ji ber komkujî û zilma dewleta Tirk penaberî Başûrê Kurdistanê bûn, her dem rastî êrîşan tên, lê wan ti carî dest ji xeta berxwedaniyê bernedane.