Kanala ROJAVA TV

⁣2’EMÎN FESTÎVALA STRANAN A ORKÊŞ BI TEVLÊBÛNEKE MEZIN BI RÊ VE DIÇE

2’emîn Festîvala Mûzîk û Stranan a Orkêş li bajarê Qamişlo di roja 2’emîn de bi beşdariyeke mezin bi rê ve diçe.

Festîval di bin dirûşmeya Bi dengên pîroz şoreşê ava bikin û bi beşdariya 30 komên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve diçe.
Li gorî komîteya amadekar, armanca festîvalê bîranîna şehîdên TEV-ÇAND’ê, vejandina awaz û dengan û nasandina reseniya gelên herêmê bi cîhanê ye.
Di festîvalê de komên Mûzîkê yên li ser asta herêmê berhemên xwe pêşkêş dikin û paşê stranên wan têne nirxandin.
Biryar e festîval 7 rojan dewam bike û di dawiyê de komêm serkeftî bêne xelatkirin.