Kanala ROJAVA TV

BI NÊZÎKBÛNA DEMSALA HAVÎNÊ RE DEWLETA TIRK AVA ÇEMÊ FIRATÊ KÊM DIKE

Bi nêzîkbûna demsala havînê re, careke din dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê Çemê Firatê kêm dike.
Hevserokê Rêveberiya avê ê Herêma Firatê Mesûd Bozî dibêje, qutkirina avê bandoreke mezin li jiyan û karûbarên welatiyan dike.
Her wiha diyar dike, rêxistinên mirovî bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin.

Bi nêzîkbûna demsala havînê û avadana baxçeyên şênîkayîyê re, careke din dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Çemê Firatê kêm kiriye.

Kêmkirina rêjeya avê bandoreke rasterast li ser çandiniyê dike, demjimêrên berdana elektîrkê jî kêm dibin û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Hevserokê rêveberiya avê ya Herêma Firatê Mesûd Bozî ji Rojava TV re behsa rewşa herî dawî ya ava Çemê Firatê dike.

Mesûd Bozî rexneyê li bêhelwestiya rêxistinên navdewletî digre û dibêje, aliyên peywendîdar bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin.

Di adara îsal de, Rêveberiya Bendavan ji ber qutkirina avê xebitandina bendavan ji bo dema hefteyê rawestand û li gorî çavdêran eger ku rewş wisa bidome, dê herêm bi kareseteke mirovî re rû bi rû bimîne.