ROJ BI ROJ BANGÊN PIŞTGIRIYA PARTIYA ÇEP A KESK ZÊDE DIBIN
Ji bo hilbijartinên giştî yên bakurê kurdistanê û tirkiyê ku wê di 14ê Gulanê de bên li dar xistin tenê çend roj mane, li hember wê zextên li dijî rojnameger zêde dibin .
Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne û gel jî bi awayekî girseyî xwedî li partiya xwe derdikevin .
Têkildarî mijarê hevseroka encumena sivîl a reqa hêvîn ismaîl piştgirî da partiya çep a kesk û bang li gelên li tirkiyê û bakurê kurdistanê kir ku 14’ê gulanê tevlî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin partiya çep a kesk
Gelê kurd bi giştî ji bo serkeftina Partiya Çep a Kesk di nava liv û tevgerê de ne û peyama wan ew e ku wê14 ê Gulanê bibe roja hilweşandina faşîzima AKP-MHP.