TEVÎ ŞERT Û MERCÊN DIJWAR, XELKÊN EYN ÎSA AMADEKARIYÊN CEJNA REMEZANÊ DIKIN
Tevî topbarana berdewam a li dijî navçeya Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bilindbûna nirxê kelûpelan, xelk amadekariyên cejna Remezanê dikin.
Fewaz Dawûd ji xelkên Eyn Îsayê ye got ku ew ê tevî hemû şert û mercên dijwar cejnê pîroz bikin û hêvî kirin ku ev cejn bibe cena aramî û ewlehiyê.