Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYÊ BEYANNAMEYEK RAGIHAND

HEMDAN EL- EBID- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBICÎKAR - - - EDALET OMER- SEROKA DESTEYA JIN A RÊVEBERIYA XWESER

Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi awayekî aştiyane beyannameyeke 9 xalî ragihand.

Berpirsên Rêveberiya Xweser bang li Hikûmeta Şamê dikin ku helwesteke berpirsyarane nîşan bide.

 

Di demekê de ku aloziya Sûriyê her ku diçe kurtir dibe û her aliyek ji bo parastina berjewendiyên xwe vîna gelê Sûriyê tune dike, Rêveberiya Xweser projeyên nû li pêş dixe.

Rêveberiya Xweser îro bi beyannameyeke 9 xalî helwesta xwe ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê aşkere kir û bang li Hikûmeta Şamê kir ku helwesteke berpirsyarane nîşan bide.

Cîgirê hevserokatiya encumena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hemdan El- Ebid dibêje, pêwîst e pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareserkirin.

 

HEMDAN EL- EBID: PÊWÎST E EM PIRSGIRÊKAN BI RÊYA DÎYALOGÊ ÇARESER BIKIN

 

Rêveberiya Xweser bi rêya vê beyannameyê helwesta xwe ya li hemberî çareserkirina krîzê Sûriyê ragihand.

Em dixwazin ku pirsgirêkên xwe bi hev du re çareser bikin û em bang li komkara welatên erebî dikin ku ji bo çareserkirinê tevbigere.

Em ji destpêkê ve bi yekbûna axa Sûriyê re ne û em li dijî parçekirinê ne.

pêwsît e di Sûriyê de her pêkhateyek bi çand û nasnameya xwe bijî û Sûriyê ya her kesî ye.

Her wiha pêwîst e destûreke nû ku mafê tevahî pêkhateyan tê de parastî be, were avakirin.

JI hêla xwe ve seroka desteya jin a Rêveberiya Xweser Edalet Omer dibêje, civînên wekî Cinêv û Astanayê xizmeta çareserkirina krîza Sûriyê nakin.

 

EDALET OMER: CIVÎNÊN ASÎTANA Û CINÊVÊ NÛNERTIYA GELÊ SÛRIYÊ NAKIN

Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandina xwe ve her dem tekez dike ku divê pirsgirêk bi rêya dîyalogê bêne çareserkirin û bang li tevahî aliyan dike ku ji kurkirina aloziyê dur bikevin û berjewendiyên gelê Sûriyê bingeh bigrin.