Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN LI CEZAIRÊ ASÊ MABÛN, BI ALÎKARIYA RÊVEBERIYA XWESER HATIN VEGERANDIN

Desteya karûbarên civakî ya Herêma Firatê civînek ji 15 koçberên ku bi alîkariya Rêveberiya Xweser ji Ceazirê vegeriyabûn, li dar xist.

Sala derbasbûyî hejmarek ji xelkê Kobanê dema ku dixwestin derbasî Ewrûpayê bibin, li Cezairê qaçaxçiyan ew xepandin û hinek jî di deryayê de xeniqîn.

Her wiha hejmarek jî ,li wir asê man, lê paşê bi alîkariya Rêveberiya Xweser vegeriyane Kobanê.

Ji bo nîqaşkirina rewşa kesên ku vegeriyane, desteya karûbarên civakî ya Herêma Firatê îro civînek li dar xist û alîkariyeke madî jî pêşkêşî wan kesan kir.

Welatiyên ku hatibûn xapandin, bang li gel dikin ku nekevin xefkên qeçaxçîyan û dev ji welatê xwe bernedin.

HEBEŞ TEYAR- WELATÎ

HEBEŞ TEYAR: QAÇAXÇIYAN ZILM LI ME KIRINE Û EM XAPANDIN

MORO HISÊN- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ YA FIRATÊ

DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ ALÎKARIYA DARAYÎ PÊŞKÊŞÎ KESÊN KU VEGERIYANE KIR