Kanala ROJAVA TV

Nû- Derbarê Êrîşa Ser Belafirgeha Silêmaniy

Di çarçoveya berpirsyartiyên ewlehiyê ên di asta jor de û girêdayî selameta Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina QSD agahiyên derbarê êrîşa Tirkiyê a li ser belafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî ê QSD Mezlûm Ebdî li wir bû pêk hat sînordar kir heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihişt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di êrîşê de tu ziyanên canî çênebû. Derbarê Hurguliyên êrîşê wê hêzên me di dema pêş de daxuyaniyeke berfireh belav bike.
Ferhad Şamî – Berpirsê Navenda Ragihandina #QSD
08 Avrêl 2023

#RTV