Kanala ROJAVA TV

TURNUVEYA PING PONGÊ YA LI SER ASTA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DESTPÊKIR

Desteya Ciwan û Werzîşê Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh turnuveya Ping Pongê ya 6 tîmên jin û mêr ên li ser asta herêmê li hola werzîşê ya Şehîd Mesûd a li bajarê Kobanê lidarxist.

Şandeyek ji Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endam û rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê û Yekitiya Werzîşê başdarî merasîma vekirina turnuveyê bûn.

Turnuve di roja xwe ya yekemîn de bi maça di navbera tîma herêma Firatê û tîma herêma Tebqayê de dest pê kir û tê payin Turnuve dê sê rojan dewam bike û tîmên ji Dêrazor, Efrîn, Firat, Reqa, Minbic û Tebqayê li hemberî hev bilîzin.

Di derbarê mijarê de Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Barkel ji RojavaTV re axivî û got armanca lidarxistina van lîstikên Werzîşê ew e ku çanda lîstina werzîşê di nava civaka herêmê de belav bibe

#RTV