Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ REQAYÊ ROJBÛNA RÊBER APO BI ŞAHIYEKE GIRSEYÎ HATE PÎROZKIRIN

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di bin dirûşmeya Ji dayîkbûna Rêbertiyê, zayîna jiyana azad e, îro li bajarê Reqayê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Şahî ji hêla kombûna Jinên Zenûbyayê ve hate saz kirin û bi sedan şêniyên Reqayê û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Berdevka Kombûna Jinên Zenbûbyayê Sewsen El- Xelef axivî û got, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji bo mirovahiyê rojeke dîrokî ye.

Her wiha Sewsen El- Xelef banga şikandina tecrîdê kir û piştrast kir ku ew ê îsal bikin, navgîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Paşê komên mûzîk û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdarên şahiyê jî dîlan gerandin.