Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO PARKA 4’Ê NÎSANÊ HAT VEKIRIN

DAYIKÊN ŞEHÎDAN SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ HETA AZADIYA RÊBER APO DAN

 

DAYIKÊN ŞEHÎDAN ROJBÛNA RÊBER APO WEKE ROJEKE DÎROKÎ JI BO GELÊ KURD BI NAV KIRIN

li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê Bi boneya 4’ê nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cihereng tên lidarxistin.
Bi heman boneyê Doh li bajarê Qamişlo Nivîsgeha PYDʹê ya bi beşdariya xelkên ji herêmê, malbatên şehîdan, endamên PYD û Kongra Star parka 4ʹê Nîsanê li taxa Hilêliyê vekir.
Deriyê parkê ji aliyê dayika şehîdê YPGʹê Delîl, Şeha Hesarî ve hat vekirin û têde dar hatine çandin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin Her wiha pirtûkxaneyeke taybet bi pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan jî hate vekirin.
Şeha Hesarî bi rojava tv re hestên xwe yên derbarê rojbûna rêber abdullah ocalan de parve kir û soza bilindkirina têkoşînê heta azadiya rêber apo da.
Dayika Ş.Nûredîn û Mihyedîn, Şemsîxan Gulo jî rojbûna rêber apo bi rojeke dîrokî ji bo gelê kurd bi nav kir û got rêber Ocalan ji bo jinan hêvî ye.
Doh li navçeya Til Rifet a Şehba parka rêber apo hate vekirin, li Amûdê û Kobanê jî li parkên rêber apo ku 4’ê nîsana salên borî bi heman boneyê hatibûn vekirin dar hatin çandin
îro jî dê li Hesekê parka 4’ê nîsanê were vekirin.