Kanala ROJAVA TV

ÎROJ ROJBÛNA RÊBER APO YE, EV 25 SAL IN LI GIRTÎGEHA IMRALIYÊ DI BIN TECRÎDÊ DE YE

Rêber Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de bal kişandiye ser têkoşîna ji bo mirov û civakên azad û diyar kiriye ku ancax bi vî rengî wê komplo werin têkbirin û tecrîd were rakirin.
Sala 2014’an rêber Apo peyamek şand, em li peyama Abdullah Ocalan guhdar û temaşe bikin.

Îro 4 Nîsan’ê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, ku ev 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de ye û zêdetirî 2 salan e jî ti agahî jê nayê girtin.
Peyama ku Rêber Abdullah Ocalan bi boneya 4’ê Nîsana sala 2014’an ji bo “Meşa Amarayê” şandibû, têde bal kişandibû ser girîngiya avakirina civaka azad.
Di peyama rêber Apo de wiha hatibû gotin:

RÊBER APO: EZ HEMÛ KESÊN WATEYÊ DIDIN ROJBÛNA MIN SILAV DIKIM

“Gelê xweşewîst ê Kurdistanê, ez hemû rêhevalên xwe, ciwan û jinên ku 4’ê Nîsanê ji roja rojbûna min zêdetir wekî jinûve zayîna miletekê watedar dikin, xeyalên xwe yên azadiyê di kesayeta min de dikin û dimeşin Amarayê bi rêzdarî silav dikim.
Me 40 sal beriya niha bi gotina ‘Kurdistan Mêtingeh e’ dest bi têkoşîna xwe ya azadiyê kir. Ev têkoşîn êdî bi fedakariya we, bi keda nirxên me yên ku nîqaş li ser wan nayê kirin û bi têkoşîna biryardarî ya hemû saziyên me gihîştiye asta jiyana rêveberiya cewherî.
Ev erdnîgarî baxçeyekî gelan ê pir nasname, pir çand, pir bawerî û pir rastiyên cuda yên li cem hev jiyan dikir bû.
Hemû gelên Rojhilata Navîn di dema ku sefera modernîteya kapîtalîst a li dijî xak û nirxên wan dijwar bû de, bi rûyê qirker ê dewleta netewe re rûbirû man.
Hatiye fêmkirin ku ji niha û pê de bi rejîmên kevin û bîrdoziyên wan re li ser van xakan jiyankirin çênabe.

RÊBER APO: AVAKIRINA CIVAKA AZAD ANCEX WÊ BI PÊŞXISTINA RÊVEBERIYÊN XWESER BE

Avakirina civaka azad ancax wê bi pêşxistina rêveberiyên xweser, demokratîk mumkun bibe. Avakiran siberojên azad, ancax mirovên azad deynin şûna mirovên ku kirine kole mumkun e.
Dema li roniya vê rastiyê bê temaşekirin, wê bê fêmkirin ku zindanên fizikî jî pir bê wate ne.
Îlhama ku pratîka têkoşîna me daye hemû gelên cîhanê, tam jî ew rastiye ku zindanan veguherînen qadên azadiyê.
Em dizanin ku eger wiha neyê temaşekirin, welatek bi çiya, deşt û bajarên xwe ve bi temamî vediguhere zindanek tarî. Dûrbûna fizikî ya di navbera me de bê wate ye. Ez îro bi we re li ser sifreya rojê ya li Amarayê hatiye danîn im.

RÊBER APO: EZ YEK BI YEK DI NAVA RÊHEVALÊ XWE DE ME

Yek bi yek di nava hemû rêhevalên xwe de me. Ez axa me ku ne tenê şahidiya me, şahidiya tevahiya şaristaniyê kiriye, di serî de rêvalên me yên jin û ciwan, emanetî hişmendiya azadiyê ya tevahiya gelê me dikim.
Bi baweriya xwe ya ku em ê di welatekî azad de bên cem hev, we hemuyan hembêz dikim”.