CIWANÊN KOBANÊ RADESTKIRINA GERÎLAYÊ HPG’Ê HARÛN ELBAK ŞERMEZAR KIRIN
CIWANÊN KOBANÊ: DIVÊ CIWANÊN BAKURÊ KURDISTANÊ ASTA TÊKOŞÎNÊ BILINDTIR BIKIN
Beriya niha bi çend rojan gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak li navçeya Hexeza Bakurê Kurdistanê, ji aliyê kontreyên dagirkeran ve hate girtin, piştî ku kontreyan heqaret lê kirin ew radestî dewleta Tirk kirin.
HPG’ê bûyer şermezar kiribû û ragihandibû ku ew ê hesabê vê xiyanetê bi tundî bipirsin.
Têkildarî mijarê Ciwanên Encumena Malbatşn Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê, bûyer şermezar kirin û bang li ciwanên bakurê kurdistanê kirin ku asta têkoşînê bilindtir bikin.