Kanala ROJAVA TV

Sersala Ekîto ya 6773an li gundê Girê Şêran a ser bi navçeya Tirbespiyê hat pîrozkirin

Bi serperştiya Partiya Yekitîya Suriyan, Yekitîya Aşûrên Demokratîk û Komeleya Asûriya Demokratîk îro ji bo pîrozkirina sersala Asûrî-Babilî Ekîto 6773an bi şahiyeke pîrozkirin

Di şahiyê de şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya Herêma Cizîrê,partiyê siyasî yên Kurdî û Suriyanên Aşûr amedebûn

Destpêkê bi xêrhatina beşdarvanên hat kirin piştre şahî bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan  destpêkir

Paşê koma Yersûsa û ciwanên Suriyanî û keşafê komleya çanda Suryanî govend û

dîlanên filiklorî pêşkêşkirin û şonyeke ji aliyê koma Ornîna hate pêşandan

Her wiha Partiya Yekitîya Suriyan, Yekitîya Aşûrên Demokratîk û Komeleya Asûriya Demokratîk bi hevre di şahiyê de axaftin kirin û sersala Ekîto li Suriyanên Aşûrên herêmê pîrozkirin û teqezkirin ku ji şahiyên pîrozbahiya Newrozê heta Ekîto rihê biratî û rengê aştî û hezkirin xuyanî dibe

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê jî Hikmet Hebîb Hevserokê Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê axaftin kir û sersala Ekîto li gelên Herêmê pîroz kir û got îro bi saya dayina bi hezaran şehîd ji zarokên herêmê gel bi hemû pêkhateyên xwe şahiyên xwe bi hevre pîroz dikin

 

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû