Kanala ROJAVA TV

LI LÛTKEYA ÇIYAYÊ QEREÇOXÊ 20 CANGORIYÊN AZADIYÊ HATIN BIBÎRANÎN

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmekê 20 cangoriyên azadiyê li lûtkeya çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de tekezî bi mayîndekirina xeta sêyemîn û parastina destkeftiyên şehîdan hate kirin.

Li cihê ku 20 cangoriyên azadiyê di encama êrîşên dagirkeriya Tirk de canê xwe feda kirin, merasîmeke bîranînê ya bi heybet hat lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê berê xwe dan çiyayê Qereçoxê û şehîdên êrîşa 25’ê nîsana 2017’an bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de hey yek ji rêvebirên meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman û Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed gotar pêşkêş kirin.

Her du aliyan di axaftinên xwe de tekezî bi mayîndekirina xeta sêyemîn û parastina destkeftiyên şehîdan kirin.

Li lûtkeya çiyayên Qereçoxê beşdarên merasîma bîranînê piştrast û dupat kirin ku herçend e, dagirkerî êrîrşên xwe dijwar dike, lê dê nekaribe vîna wan têk bibe. Rêveberiya Xweser weke rêzdarî li hember bîranîna giyanên şehîdan, 25’ê nîsanê weke roj an jî cejna şehîdan nas kir. Ji wê demê ve li seranserî herêmê ev roj bi serdana goristanên şehîdan tê pêşwazîkirin.