BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ LI BAJARÊ KOBANÊ DAR TÊN ÇANDIN
Desteya Ekolojî, Akadimiya Şehîd Emgîhan û Malbetên Şehîdan ên bajarê Kobanê bi boneya 4 nîsanê roja jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan, li gundê mînasê dest bi kampanya çandina daran kirin.
dê nêzî hezar û 100 darê li daristana gund werin çandin.
li seranserî bakur û rojhilatê sûriyê, amadekariyên ji bo pêşwazîkirina 4’ê Nîsanê roj jidayîkbûna Rêber Apo tê kirin.
îro Desteya Ekolojî, Akadimiya Şehîd Emgîhan û Malbetên Şehîdan ên bajarê Kobanê bi boneya 4 nîsanê dest bi kampanya çandina daran li daristana Şehîd Baz kirin.
Di kampanyê de dê nêzî hezar û 100 dar li gundê Mînasê yê rojavayî kobanê werin çandin.
Derbarê de beşdarên kampanyayê wiha gotin:
ZÎN EHMED- CIWAN
BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ LI BAJARÊ KOBANÊ DAR TÊN ÇANDIN
ARIF BALÎ- RÊVEBIRÊ DESTEYA EKOLOJÎ YA HERÊMA FIRATÊ
ARIF BALÎ: DIVÊ HER KES JI BO PARASTINA EKOLOJIYÊ BIXEBITE
Her wiha Rêvebirê desteya ekolojî ya herêma firatê Arif Balî diyar kir ku divê her kes ji bo parastin û pêşxistina ekolohiyê xebat bike.
Gundê mînasê bi qasî 7 k m dûrî bajarê kobanê dikeve û dê bi qasî 100 donimî dar lê werin çandin.