Kanala ROJAVA TV

32 PARTIYÊN SIYASÎ YÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BANGA BIDAWÎKIRIKA DAGIRKERIYÊ KIRIN

32 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyanîyekê Komkujiya li Cindirêsê şermezar kirin, her wiha banga yekîtiyê ji bo bIdawîkirina dagirkeriyê kirin.

Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û Kongra star amade bûn.

Partiyan di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriya tirk û çeteyan kirin, her wiha diyar kirin ku Tirkiyê û çete berpirsên komkujiya li cindirêsê ne.

Her wiha partiyan îşaret bi yekîtiya aliyên kurdî ji bo bidawîkirina dagirkeriya tirk kirin.

piştî xwendina daxuyaniyê, şandeyek ji Partiyan nota nerazîbûnê bi zimanê Îngilîzî radestî avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamşilo kirin.

SEMA BEGDAŞ- BERDEVKA PYD’Ê

SEMA BEGDAŞ: LI DIJÎ SÛC Û KIRYARÊN TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ EM Ê BÊDENG NEMÎNIN

MIHEMED MÛSA- SEKERTÊRÊ GIŞTÎ YÊ PARTIYA ÇEP A KURD LI SÛRIYÊ

MIHEMED MÛSA: TIRKIYÊ Û OPOSIZYON BERPIRSÊ KOMKUJIYA LI CINDIRÊSÊ NE